Serokê Amerîkayê Joe Biden Cejna Qurbanê li Mislimanan pîroz kir.
Biden di peyama xwe de wiha got: “Bila ruhê Cejna Qurbanê şadî, aştî û yekîtîyê bîne dil û malên we”. Biden, diyar kir ku wê lîderên cemaeta misilman îsal cara ewil li Qesra Spî bi mazûrvanîya Alîkara Serokkomar Kamala Harris û hevjînê wê ji bo pîrozkirina Cejna Qurbanê bên cem hev û da zanîn ku ew bi mazûrvanîya bi milyonan misilmanên ku Amerîkayê dewlemendtir dikin serbilind in.
Biden, bal kişand ser alîkarîyên misilmanên Amerîkayê û got: “Hebûna wan pabendbûna me ya ji bo cihêrengî, tevlêbûn û azadîya olê xurt dike”.
Biden wiha berdewam kir: “Bila ruhê Cejna Qurbanê şadî, aramî û yekîtîyê bîne dil û malên we. Em li bendê ne ku em pêşwazîya hecîyên xwe yên misilman ên Amerîkî yên ku li welatê me navê ‘Hacî’ bi dest xistine, bikin. Cejna we pîroz û aram be”.