PolîtîkRojev

Bila baweriya we bi we hebe hun dikarin guhertina bikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Îro 13.02.2021ê beşdarî 5emîn konferansa TEDxNishtiman bû. Herwiha balyoz û nûnerên welatan û 10 ciwanên xwedî fikrên nû jî beşdarî konferansê bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di konferansê de gotarek pêşkeş kir û spasiya orgnîzator û ciwanên ku ew kombûn rêk xistine kir.

Serokê Hikûmetê diyar kir, piştevaniya xwe û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ciwanên xwe fikrên nû yên welat û ji Zaxo heta Xaneqîn radigehîne.

Mesrûr Barzanî da zanîn: ‘‘Gelek bav û bapîrên me ez bixwe jî nav de me jiyana koçberiyê dît û jiyana bindestiyê me dîtiye û em dizanin çend nexweş e. Ez jî ji malbatekî bûm ku berdewam dijmin êrîşî Kurdistanê kiriye û di bin metirsiya bombebaran an jî nexwaşiya koçberiyê de me jiyan kiriye. Berdewam hêviya me ew bû Kurdistaneke azad hebe û em bibin xwedî îrade û biryarê ser xwe, bixwe bidin. Piraniya we xwedê zêde bike ew rewş nedîtiye, lê bêguman ji bav û bapîr û kesûkarên xwe we bîhîstiye.’’

Barzanî destnîşan kir: ‘‘Her li ku derê bin çi lê re yan jî derve, eger me karîbe bi xwendin û ezmûn perwerde bikin, xwendina baş dikare bandorê li ser jiyana baş bike. Em bextewer in ku we, ew rojên zehmet nedîtine, lê ez piştrast im we bîhîstiye ku ev destkevt çawa hatine bidestxistin û divê ji dest neçin û emanete li ser milê we û divê bi her awayekî wî emanetî biparêzin. Ev yek jî tenê bi gotin û berevanîkirin di çeperên pêş wek Pêşmergetî jî li hember dijmin rawestanê ve jî nabe. Bi bingehkirina aborî û siyaseteke seqamgîr û civakeke tendurust ve dikare bê kirin û ev yek jî erk e li ser milê we.’’

Serokê Hikûmetê Kurdistanê got, bo amadekirina derfetê ji ciwanen re, ez amade me û pêwîst e Hikûmet di çarçoveya yasa û aborî bo pêşxistin û paldana şîrketên sektora giştî û taybet wê derfetê ava bike. Herwiha alîkariya pêşxistina karsazên biçûk jî bê dayîn. Perwerde jî hebe bo ku zêdetir derfet ji ciwanan re bê dayîn, lê ji wan hemûyan re dem jî pêwîst e.

Mesrûr Barzanî diyar kir, tîka ye guh nedin wan dengên we paş de dikşînin û dibêjin hûn nikarin. Ez daxwazê ji we dikim, bila baweriya we bixwe hebe, ji ber hûn dikarin guhertinê ava bikin û piştrast bin bandora we dê diyar be.

Barzanî eşkere kir û got, ez dixwazim guhdarî we bikim û sûd ji nêrînên we bigrim. Min daxwaz kiriye komeke ciwanan bê avakirin ku daxwazên ciwanan rasterast bigihîne ofîsa min. Ez kêfxweşim ofîsa min hejmarek ciwanên xwedî şiyan tê de ye ku îro beşek ji wan lê re ne. Gelek xwe westandine bo serxistina wan fikran.

Serokê Hikûmetê da zanîn, ez kêfxweş im ku îro ev derfet ji min re hate dayîn, di vê boneya giring a TEDxNistiman de biaxivim. Bi hêviya zêdetir guhdarî rêxistvanên vê merasîmê bim ku em bizanin çawa pêşerojekî geştir bo Kurdistanê ava bikin.  

Back to top button