Bihar li Kurdistanê Xweş e
Rojek wek îro serokê nemir sembola netewî Mustafa Barzanî ji Sovyetê vegeriya Kurdistanê. Bihar li Kurdistanê cudaye. Vegera Barzanî di bingehê xwe de bû bihara Kurd û Kurdistanê.
Di biharê de gelek tujî û tehlî li ser miletê kurd de hatine. Lê gelek rojên ku ji bo kurdan bûyîn sembola jiyan û berxwedanê jî ji bo Kurdan her di Biharê de çêbûne.
Vegera Barzaniyê nemir piştî 11 sala li gel xwe Bihar jî anî Kurdistanê. Herweha di aliyê xwezayî de jî Bihara Kurdistanê bi nav û denge.
Bihara sala 1991ê timek televiyonek ya Danîmarkî li tixûbê Kurdistana Bakur û Başûr, behsa spehitahiya herêmê dikir. Hingê wesfê Bihara Kurdistanê da herî dawî got: Eger Adam û Hawa hatibin ser rûyê erdê ew hatine vê herêmê ji berku biheşta li ser rûyê erdê vê derêye.
Kurd bi xwe dibêjin demsala Biharê axlêweye, vêca qûtê zivistanê xilas bûye, dewar û pêzê destpêdike ji koxan derdive û li çolê diçêre, jiyan di hemî xwezayê de xwe dide nîşandan.
Di rastiya xwe de wesifdana Bihara Kurdistanê gelekî zehmete. Ji bo wê çend wene ji Bihara Kurdistanê xweşî û geşiya Biharê dide nîşandan.
Bihar li Kurdistanê xweş e…
Rojeva Kurd/D.J
Çend weneyên Bihara Kurdistanê: