Biden û Sûdanî li Koşka Spî civiyan

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku welatî wî pabendê parastina hêz û hevkarên wan ên li Îraqê ne.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li gel şandeyeke hikûmet, parlamento û karsazên welatê xwe li Washingtonê ye.
Mihemed Şiya Sûdanî piştî civîna bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re, li Koşka Spî li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden jî civiya.
Joe Biden berî civînê got, “Ji bo tinekirina DAIŞê em bi hev re xebitîn.”
Biden spasiyên xwe pêşkêşî Sûdanî kir û got:
“Sûdanî bala xwe daye ser aborî û serxwebûna Îraqê. Em dixwazin îro zêdetir li ser vê mijarê biaxivin.
Hevpariya me, ji bo welatên me, Rojhilata Navîn û cîhanê girîng e.”
Li aliyê din, Mihemed Şiya Sûdanî jî amaje bi wê yekê kir ku wê serdana wî girîngiya xwe heye û got:
“Şerê bi DAIŞê re wiha kir ku pêwendiyên me bihêztir bibin. Me bi hev re şer kir û em bi ser ketin.”
Hikûmeta Îraqê rijd e ser bicihkirina rêkeftine stratîjîk.”


