Polîtîk

Biden û Barzanî rewşa Iraqê nirxandin

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê kir

Şeva sêşemê 12.11.2013 Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendî bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê de her dû alî dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê pêvajoya siyasiya navçeyê û rûbirûbûna terorê de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha tekez jî li wê yekê kirin ku bi navê çareserkirina kêşeyan û baştirbûna pêvajoyê hemahengiya li navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam bibe.

Back to top button