Rojev

Biden pêşniyar dike ku Îsraîl êrîşê qadên petrolê yên Îranê neke

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Washingtonê behsa rewşa navçeyê û îhtimala bersivdana Îsraîlê li hember êrîşa mûşekî ya Îranê kir.

Biden wiha got: “Îsraîlî di warê bombebaranê de biryar nedaye ku dê çi bikin. Ev hê jî di nîqaşê de ne. Ger ez li şûna wan bim, ez ê li şûna ku qadên petrolê bikin hedef, li alternatîfan bifikirim.”

Serokê Amerîkayê behsa hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn kir û Hizbullaha Lubnanî û Hûsiyên Yemenê weke astengên li pêşiya aştiyê li navçeyê bi nav kir.

Biden got, “Ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn gelek tişt hene, lê dema ku hêzên bêaqil ên mîna Hizbullah û Hûsiyan li herêmê hebin, girtina biryar zehmet e.”

Di 1ê Cotmeha 2024an de Îranê bi zêdetirî 180 mûşekan êrîşî Îsraîlê kir.

Di heman rojê de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, “Îranê xeletiyeke mezin kiriye û dê berdêla wê bide.

Back to top button