Li gora Ajansa Reutersê berpirsekî pile bilind ji wezereta derve ya Amerikayê daye xûyakirin ku; Serokê Amerikayê Joe Biden, şêwirmendê siyaseta derve yê serdema Barack Obama Robert Malley, weke nûnerê taybet ê Washingtonê bo karûbarên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir.
Robert Malley li Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê di navbera salên 2014-2017an de xebitiye.
Herwiha yek ji wan danûstdankarên Amerîkayê bû di pirsa bernameya atomî ya Îranê de û rola wî hebû di dariştina rêkeftina atomî ya navbera Îran û welatên 5+1, ku di Tîrmeha 2015an de hat îmzekirin.