Biden: Ezê bi fermî jenosayda Ermeniyan bipejirînim
Berbijêreke Serokayetiya Amerîka ragihand eger li hilbijartinên Serokayetiya îsal de serbikevim, ezê bi fermî jenosaydkirina Ermenan ya li sala 1915 li ser destê Osmaniyan bipejirînim.
Joe Biden Cîgirê berê yê Serokê Amerîka û berbijêrê çaverêkirî yê Demokratan ragihand: Hê jî Amerîka bi fermî jenosayda Ermenan nepejirandiye. Eger nekaribe bîranîna wê rûdana dîrokî zîndî bihêle, anku sûd ji wê waneyê wernegirtiye.
Berbijêrê Demokrata ya Serokayetiya Amerîka ragihand: Eger wekî Serokê Amerîka hatim hilbijartin, ezê piştevaniyê li projeya yasaya bi jenosaydkirina Ermenan bikim. Heman demî de dosyeya mafê mirov ya li cîhanê bikim karê xwe yê pêşîn.
Joe Biden hevdem daxwaz ji tirkiye kir bi encamdana jenosaydkirina Ermenan bipejirîne ku li serdemê desthilata Osmanî bûye û qerebûya wê tawanê jî bike.