CîhanRojev

Biden: Em dîrokê serast dikin

Serokê Amerikayê Biden bûyerên sala 1915ê ,komkujiya li himber Ermeniya hatî kirin wek Komkujî bi nav kir. Ji berî niha serokê Amerikayê Ronald Reagen jî gotina Komkujiyê bi karanî bû.

Biden di daxûyaniya xwe de got: Wek her sal îro jî di dema Osmaniyan de,Komkujiya Ermeniya de kesên jiyana xwe ji dest dayîn têne bîranîn.Ji bo carek din zilmek bi vî awayî neyê jiyandin em hewldana dikin. 24ê Nîsana 1915ê de Li Konstantipolîs rewşenbîr û akilmendên Ermeniyan ji aliyê berpirsên Osmanli ve hatin desteserkirin. Berdewamiya vê de Milyon û Nîv Ermenî hatin tecîr kirin û qetilkirin û ji navbirin.

Berdewamiya axavtina xwe de serokê Amerikayê got: Gelê Ermenî bi hezar zehmetiya xwe li jiyanê girt û cardin civaka xwe afirandin.Bi dehên salan cemaeta Ermeniya yên hatin Amerikayê dewleta me gelek pêşdebirin.Lê wan tu cara qalikên xwe ji bîr nekirin.Em êşa wan dibînin.Dîrokê rasteqînî serast dikin,em vê yekê ne ku ji bo hinekan tawanbar bikin dibêjin, ji bo carek din em nehêlin ev bûyer dubare bikin vê yekê dikin.

Back to top button