
Li gora ragihandina medya Amerîkî Joe Biden bû serokê nû yê Amerikayê. Her çikas hîja li hinek eyaletan hêjmartina denga berdewam bê jî, Joe Biden 284 delege destve anin û bû serokê Amerikayê. Hevalbendên Trump niha serî li dadgeha bilind didin ku li hinek deveran deng ji nû ve bêne hêjmartin. Lê serokatiya Biden nayê guhertin. Ji bo serokatiya Amerikayê 270 delege besin.
Medya Amerikî piştî kifşkirina encama hilbijartinên li eyeleta Pensilvanya Joe Biden wek 46mîn serokê Amerikayê ragihand.