PolîtîkRojev

Bi operasyona Garê îtibara dewletê şkestiye

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di bernametek televizyonî de behsa operasyona Tirkiye ya li devera Garê kir û Erdogan û Bahçelî bi tundî rexne kir.Davutoglu da xûyakirin ku, Erdogan ji berî operasyonê bi awayekî operasyon eşkere kir, û Erdogan da xûyakirin ku , dê mizginiyekî bide. Mirov operasyona nake malzemeyeka siyasetê. Hukumetê bi vê operasyonê îtibara xwe winda kiriye.

Ji aliyek din ve Davutoglu Bahçelî rexne kir û di derbarê Bahçeli de got ku, dema Trump name ji Erdogan re rêkirî û di nameyê de goti Ne evdal be bila hingê Bahçelî biguta hun nikarin heqaretê li serokkomarê ku ez pişgiriyê didimê bikin.

Herweha Davutoglu behsa lêpirsînên têne kirin jî kir û got: Piraniya lêpirsîna bi sedema Pandamiyê bi rêya telefonê têne çêkirin. Ji bo vê yekê jî gelek ji bo ewlehiya xwe dibêjin emê dengê xwe bidin desthilatê.

Back to top button