Bi navê Kurdistanê komele vekirin
Tevgera Ciwanên Kurdistanê, hinek ciwanên Kurdistanê ku parastina nirxên netewî ji xwere kirine armanc, cara yekem bi çend çalakiyên balkêş navê xwe derêxistin. Cara yekem bi çelakiya “ Ji Lozana 2yem re na“navê xwe derxistin. Li Amedê cara yekem seminerek pêkanîn ku ala Kurdistanê hate daliqandin. Ji bo Bakur ev tiştek nû bû.
Di hilbijartinên 2011ê de ji ber ku tu bedilek ku mafê Kurdan biparêze nedîtin hilbijartin aliyek din ve nirxandin û li gora xwe helwestek cuda danîn holê. Ji dewsa navê partiyekî Ala Kurdistanê kirin zerfan de û dengê xwe dan. Dema sandoqên hilbijartinan hatin vekirin bi hezaran alayên Kurdistanê ji zerfan derketin. Lê medyayê cih neda vê çalakiya bi wate.
1ê Adara 2012ê li Quserê Mêrdînê bi civînekî girsehî serokê netewî yê nemir Mistefa Barzanî bîranîn. Cardin qada civînê bi alyên Kurdistanê û weneyen Barzaniyê nemir xemilandin.
Newroza îsal li Diyarbekirê bi Ala Kurdistanê beşdar bûn û bûn sembola parastina nirxên netewî.
Niha jî li Diyarbekir komeleyek bi navê Komeleya Tevgera Ciwanên KUrdistanê vekirin. Ev cara yekeme li Bakur komeleyek, dezgehek bi Navê KURDISTANê tê vekirin.