Bi minsebeta 65 saliya damezirandina PDK
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo 65 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Xuşk û birayên minên delal
Hevalên birêz
Rê bidin min li salvegera 65 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê de germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên ezîz bikim.
Bi bîranîna damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê, bîranîna dîrokekî pir li serwerî, berxwedan, fedakarî, evraz û nişuv, şikest û serkeftine, li dema bêhêviyê de hiştina hêviyê ye.
Bîranîna qurbanîdana bi navê yekem Komara Kurdistan û hilkirina alaya Kurdistane. Derbasbûna ji rubarê Aras û rêz girtina hezarehan şehîdên qehremanane.
Bîranîna xebat û westabûna wan xuşk û dayikane ku hander û pişt û hêviyên Pêşmerge bûn.
Hevalan:
Daxwaz li we dikim wan bingehên Partî li ser hatiye damezrandin herdem li bîra we bin, û ew armancên Partî bi navê wê qurbanî daye li ser wê rêbazê berdewam bibin heta hemûyan bi dest tînin.
Bi vê helkefta dîrokî de bi pêwîstî dizanim balê bikşînim li ser hîmeta yekrêziya mala Kurd û pêwîstiya gelê Kurdistanê bi ruhê tebayî û birayetî û pêkve jiyanê.
Her wiha balê bikşînim li ser girîngiya hevpeymaniya Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, ji ber ku li berjewendiya gelê Kurdistanê daye û hêvîdarim ev hevpeymanî berfirehtir bibê û bibê armanca hemû hêzê siyasiyên Kurdistanê. Ji ber ku her dema hevpeyman û bira û tebabîn serkeftina me mîsogere.
Careke din pîrozbahiyeke germ li hemû hevalên serkirdayetî û hemû endam û alîgirên Partî (PDK) dikim.
Silavên taybetî ji bo malbatên şehîd û Pêşmergeyên qehreman.
Rêzên bêpayan ji bo Barzaniyê Nemir û rêhevalên wî yên li damezrênerên Partî.
Pişt bi xwedê û bi hêviyeke mezin û bawerî bi xwe bun berev pêşve biçîn.
Wesselamun aleykum werehmetullah û berekat
Mesûd Barzanî
15/08/2011