Civak

Bi kuştina Bexdadî DAÎŞ belavtir dibe

Serfermandarê berê yê Iraqê û pisporê serbazî Babekir Zêbarî, çend zaniyarî derbarê kuştina Bexdadî aşkere kir. Zêbarî dibêje bi kuştina Bexdadî re wê DAIŞ belav bibe

Di hevpeyvînekê da ligel BasNewsê Babekir Zêbarî aşkere kir ku ew ji sedî sed di wê baweriyê da ye ku Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin û got: ”Amerîka tiştekî ne rast be aşkere nake ji azmûna çend salan û girtina Sedam Husên dizanin. Piştî 24 satean ji ser girtina Sedam Hûsên û Ûsame Bîn Ladîn û gelek kesên din jî heman prose birêveçû. Dizanin 100% Bexdadî hatiye kuştin. ”

Herwiha Babekir Zêbarî derbarê şikestin û belavbûna DAIŞê jî got: “Bêguman bi nebûna serkirde her gurub û tîmek bi kuştina kesê yekem ê serbazî yan jî siyasî ew gurub şikestê dixwe hêz û desthilata wê kêm dibe. Ji ber wê yekê jî bi kuştina xelîfeyê rêxistina terorîstî ya DAIŞê karîgeriyeke xirab li ser DAIŞê dibe û wê DAIŞ belavtir bibe.”

Amerîkayê bo kuştina xelîfeyê rêxistina terorîst a  DAIŞê Ebûbekir Bexdadî duhê roja yekşemê 27- 10-2019an di li parêzgeha Idlîbê ya Sûriyê operasyoneke serbazî pêk anîbû û Bexdadî beriya ku bê desteserkirin êlegê bombebarkirî yê li ser xwe teqandibû û xwe kuştibû.

 

Back to top button