Cîhan

Bi her du senatoran re rewşa kurdên rojava gotûbêj kir

 

Şandeya herêma Kurdistanê ku, ji Fuad Hisên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê fermangeha pêwendiyên derveyê hikûmeta herêma Kurdistanê  pêk dihat, di çarçoveya serdana xwe ya bo Amerîkayê de, roja îniyê 16-12-2011ê digel her du mezne senatorên amerîkayî Joseph Lieberman û John Mc Cain civiyan.

Di civînê çend pirs û mijarên giring û aktuel di rojeva Îraqê û Kurdistanê de yên weke; rewşa Îraqa piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, berprisiyariya Amerêkayê li hemeber parastina herêma Kurdistanê, kontraktên patrolê yên herêma Kurdistanê digel kompaniyên amerîkî îmaza kirîn, rewşa deverên veqetandî, bûyerên vê dawiyên yên wîlayeta Duhokê  û rewşa şoreşa Sûriyeyê û bi taybetî rewşa kurdî sûrî hatin minaqeşekirin.

 Her du senatorê amerîkayî û dostên gelê kurd, Joseph Lieberman û John Mc Cain, piştevaniya xwe ji bo helwesta serkirdayetiya siyasiya gelê Kurdistanê dûpatkir û ragihand ku ew bi pêşkeftin û geşbûnên herêma Kurdistanê di warê siyasî, aborî, aramî û investkariyê de kêfxweş in. Her wiha balkişandin li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê û serkirdayetiya wê cihê bawerpêkiriya dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê ye.

Her li vê hevdîtinê de rewşa îroya navçeyê hate nirxandin û behsa pêvajoya Sûriyeyê bi giştî û rewşa kurdên wî welatî bi taybetî hat kirin. Di vî warî de serokê dîwana serokayetiya Kurdistanê got ku, kurdên Suriyeyê di çarçêweya sîstemeke demokratîk a rasteqîne de daxwaza mafên rewaya xwe dikin. Pîvana pêwendiyên gelê kurd li Suriyeyê li gel hêz û aliyên din  bi bawerî bi demokrasiyê û dabînkirina mafê gelê kurd di wî welatî ve bende. 

Şandeya herêma Kurdistanê spasîya piştgîrî û hevkariya her du senatoran kir û xweşhaliya xwe nîşan da ku ew ji nêzîk ve çavdêriya pêvajoya Iraqê dikin û ji bo vê mebestê jî çendîn car serdana Iraq û herêma Kurdistanê kirine. Heman demî de hêvî xwest li paşarojê de Amerîka pêwendiyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê di warên cihê de ku, di berjewendiya  her du aliyan de be, zêdetir pêşbixe.

 

Nûçeyên peywendîdar:

https://rojevakurd.com/politik/9065-alakiyn-andeya-Kurdistan-Wangton.html

https://rojevakurd.com/politik/9034-Heyeteke-Kurdistan-gihite-Wangton.html

 

Back to top button