Bi dronê êrîşê Tel Avîvê kirin!
Li Telavivê nêzîkî balyozxaneya Amerîkayê êrîşeke dronî pêkhat û ji ber wê kesekî jiyana xwe ji dest da. Ji aliyê din ve Husiyên Yemenê ragehandin ku êrîşa li ser Tel Avîvê ji aliyê wan ve hatiye kirin.
Li gor nûçeya Reutersê Husiyên Yemenê êrîşeke dronî li ser paytexta Îsraîlê Tel Avîvê pêkanîne û berdevkê artêşa Husiyên Yemenê jî ragehandin êrîşa li ser Tel Avîvê ji aliyê wan ve pêkhatiye û got ew dê li gel Filîstînê di nav hevkariyê de bin û dê Îsraîl kirina armanca êrîşê de jî berdewam bin.
Ji aliyê din ve Servîsa Alîkariya Lezgîn a Îsraîlê ‘’Stêrka Sor a Dawûd’’ jî ragehand, kesekî 50 salî bi bandora teqîn û parçeyên li wî ketine jiyana xwe ji dest daye. Tîmên tenduristiyê jî ragehandin, du kes di mala xwe de û du kesên din jî dema di wê kûçe û kolanê re derbas bûne bi bandora teqînê û parçeyên li wan ketine birîndar bûne û alîkariya tenduristiya pêwîst ji bo wan hatiye kirin.