CivakPolîtîk

Bi dehan kadroyên Goran pêwendiyê bi PDKê re dikin

Bi dehan serkirdeyên Tevgera Gorran (Gorran) serdana bajarê Hewlêrê kirin û pêwendiyê bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dikin û yek ji wan serkirdeyan dibêje di nav Gorran de nedadperwerî heye.Li gorî zaniyariyên ku ji çavkaniyek agahdar bi dest BasNews ketine, pêşnîvroja îro 21 Hêziran bi du şandên cuda, bi dehan kadirên Gorran serdana Hewlêrê kirin û pêwendî bi PDKê kirin ûragehand ku herdu şand ligel Berpirsê Nivîsgeha Rêxistin û Endamê Polîtbîroya PDKê Cafer Êminkî civiyan.Bi gotina çavkaniya BasNews, şanda yekem ji Bajêrvanê Gorran li bajarokê Xebat Ferset Ehmed Salih û endamên devera Xebat pêkhatibû û got: “Wan berî demekê dest ji kar kişandibûn û îro bi temamî hatin nav rêzên PDKê.” Herwiha ragehand ku şanda duyem jî ji serkirde û endamên dever Raniya pêkhatibûn.Derbarê vê mijarê Cîhad Ebdullah Bayiz ku yek ji serkirdeyên Gorran e li Ranya û îro tevlî PDKê bûye ji BasNews re got: “Em 9 serkirdene, û pileyên me hene, me biryar da ku di dema bê de di nav rêzên PDKê de karê xwe bikin.” herwiah eşkere kir: “Bi sedema nebûna dadperweriyê di nav Gorran de û rêkeftina Gorran ligek YNKê me dest ji kar kişand.”Berî niah BasNews belav kiribû ku hejmarekî mezin ji kadir û serkirdeyên Gorran ji rêkeftina Gorran ligel YNKê nerazîne û hejmarekî ji wan kadir û serkirdeyan pêwendî bi PDKê re kiriye. 

Karzan Sebah Hewramî/Bas 

Back to top button