Cîhan

Bi bêyî Pêşmerge Musil azad nabe

Li Selahedîn  Mesûd Barzanî pêşwaziya General Joseph Dunford Serokê Desteya Erkanê Hevbeşa Artêşa Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û General Mc Farland Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Ken Gross Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji fermande û şêwirmendên artêşa Amerîkayê pêkhatibû.Li hevdîtinê de Serokê Desteya Erkanê Hevbeşa Artêşa Amerîka ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û ragihand her carê ku Serok Barzanî dibînê û li gel da dicive li azadkirina Musil û şikandina Da’îş nêzîktir dibê û morala ji navbirina Da’îş zêdetir dibê.Her wiha li gotarek da Serok Barzanî ji naveroka plana welatê xwe û hevpeymanan ya ji bo têkşikandina Da’îş li Iraq û Sûriye agahdar kir û wê yekê dûpatkir ku Amerîka berdewam dibê li piştevanîkirina Pêşmerge û balkişand li ser wê yekê ku ji aliyê welatên hevpeymanan ve plana azadkirina Musilê bi bêyî beşdariya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftî nabê.Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û ronahî xiste li ser azadkirina bajarê Musil û cihên dinên parêzgeha Nînowa û tekez li wê yekê kir ku li azadkirina bajarê Musilê li ruyê serbazî ve girîngtir hebûna plana siyasiye ji bo qonaxa piştî Da’îş û birêvebirina bajarê Musilê eve jî bi navê mîsogerkirina bexteweriya pêkhatan û rêgirtina li dûbarebûna karesatên dine.Her li vê civînê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan û serkeftin û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan û hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Hevpeymanan û Hêzên Iraqê hate nirxandin.Li vê civînê de hejmarek ji berpirsên serbazî û emnî û siyasiyên bilindên Herêma Kurdistanê jî amade bûn.

Balkêş e ?
Close
Back to top button