Nivîsar

Bi belge pêwendiya PKKê û Pasdara

Tê zanin ku pêwendiyek bi hêz navbera PKKê û hinek welatên herêmê re heye. Pêwendiyên PKKê bi salane li gel Îranê, Rejima Suriye û hukumeta Iraqê heye. Lê tu cara berpirsên PKKê li gel berpirsên van welatan eşkere nehatine dîtin. Herdu alî jî vê pêwendiyê vedişêrin. Ev jî tê wateye ku, pêwendiyên heyîn îstixbaratine û ev welat dema pêwist PKKê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û ev jî bûye sedemek ku PKK ji Kurdistanîbûyînê dûrketiye û li dijê berjewendiyên xeta siyasî Kurdistanî siyasetê dike.

Nûçeyek ku BasNewsê de hatî belavkirin belgeya pêwendiyên PKKê û Pasdarên Îranê bi belge eşkere dike.

Nûçeya Basnewsê di vê derbarê de eve:

Li gorî belgeyeka nivîskî, di navbera PKK û Hêzên Parastina Şoreşa Îslamî ya Îranê (Sipaha Pasdaran) de rêkeftinek veşartî hebûye.

Gelek caran dihat gotin û niha jî tê gotin ku di navbera PKK û sipaha pasdarên Îranê de pêwendî û rêkeftin hebûye û heye. Êdî belgeya vê yekê jî derket holê.

Ew belge, ku li ser malperên civakî hatiye belavkirin û bi zimanê farsî hatiye nivîsandin û wek belgeya “gelekî sirrî” hatiye nîşankirin, nîşan dide ku di navbera PKK û pasdarên Îranê de rêkeftinek veşartî hebûye.

Di wê belgeyê de ku wek name ji aliyê fermandehiya sipahê ya li Rojhilatê Kurdistanê (ew dibêjin rojavayê Îranê) ve bo komîsyona asayişa netewî ya parlamentoya Îranê hatiye şandin, hatiye gotin ku pêwendiyên sipahê bi şert dê ligel PKKê bidome.

Li gorî wê belgeyê, yek ji wan şertan ew e ku nabe hêzên PKKê ti carî şerê pasdaran bikin, eger ew rêkeftinê binpê bikin wê çaxê “alîkariyên lojîstîkî û radarî” li ser wan tê qutkirin!

Şerteke din ya sipahê ew e ku PKK dê nobedariya wan dever û sînorên Îranê bike yên ku di bin kontrola PKKê de ne.

Di rêkeftina wan de hatiye ragihandin ku eger endamên Îranî yên PKKê ji aliyê pasdaran ve hatin girtin dê rastî lêpirsînê û zîndanê bên lê eger endamên Sûrî, Tirkî û Iraqî yên PKKê hatin girtin, dê çekên wan ji wan bên standin û dîsa bo “navenda serekî” ya wê rêxistinê bên vegerandin.

 

Belgeya veşartî ya ku behsa rêkeftina navbera PKK û pasdarên Îranê dike:

Nûça/Analiz

Back to top button