Vîdeo

Bi amadebûna serokwezîr doktora faxrî dane Koçer Birkar

Li Hewlêrê ji aliyê Zanîngeha Selahedînê ve merasimek ji bo rêzgirtina li Koçer Bîrkar hatiye sazkirin û têde bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, doktora fexrî pêşkêşî Koçer Bîrkar hat kirin.

Di merasima rêzgirtina li Koçer Bîrkar de, Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Dr. Vala Ferîd, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Serokê Zanîngeha Selahedînê, Dr. Ehmed Dizeyî, konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê û hejmarek ji mamostayên zanîngehan amade bûne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di merasimê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “tekane rêya pêşkevtina her gelekê, fêrbûna zanista serdem e û paşeroja geş û serbilindî, bi zanist û fêrbûnê çêdibe.”

Nêçîrvan Barzanî got, gelê Kurd şanaziyê bi wan kesan dike ku navê Kurd û Kurdistanê di warên cor bi cor de derdixin pêş û tekez kir, “Kurdistanê pêwîstî bi kesên weke Dr. Koçer Bîrkar heye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da xuyakirin, tevî hemû kêmasiyên darayî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem giringî bi zaniest û xwendinê daye û ew yek weke karê xwe yê herî sereke dîtiye. Nêçîrvan Barzanî herwiha xwendekarên Kurdistanê han da (teşwîq kir) ku di fêrbûna zanistê de zanyarê Kurd, Koçer Bîrkar ji xwe re bikin mînaka herî bilind.

Koçer Bîrkar di vê merasimê de axavtinek pêşkêş kir û ji bo rêkxistina merasimê û dayîna doktora fexrî, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Zanîngeha Selahedînê kir.

https://www.facebook.com/kurmancirudaw/videos/336919996937167/

Back to top button