Polîtîk

Beyan Samî: Pêwîste Kurd û Amerîka hevkarîkirinê bikin hevbeşî

Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka babetekê li malpera “The Dallas Morning News” ya Amerîkî belavkiriye û têda dibêje ku Herêma Kurdistanê gelek spasî Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dike, lê belê li heman demê de jî pêşbîniya zêdetir û mezintir ji hevbeşiyê heye û gelê Kurdistanê dixwaze hevbeşiyeke rastîn li gel Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li ser bingeha rêzgirtina du aliyane û berjewendiyên stratejiyan de hebê.

Samî Abdulrehman dibêje: Herêma Kurdistanê spasiyê li beranber wan alîkariyên Amerîka pêşkêş kiriye, pêwîste nihajî nirxandina wan peywendiyên xwe bikîn, ji ber ku di demek dayîn ku Rojhilata Navîn li ber gefeke mezin daye û Amerîka jî rola serkirdayetiyê li wê hevkêşeyan de dibîne.

Eger biryara Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û welatên hevpeyman li 1991 nebûya, niha egera gelek tiştan bi navê Herêma Kurdistanê nedibû, lê belê wê proseya pêkanîna navçeya dijî firîn ya li beşeke Kurdistana Iraqê ragihand, ji bo parastina gelê me ya ji destê Sedam Hussein.

Her wiha Beyan Samî Abdulrahman dibêje: Daxwaz ji Amerîkayê dikîn ku li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û Herêma Kurdistanê kar bike ji bo peydakirina çareseriyeke tenahî û mirovî ya ji bo vegerandina yekcariya koçberan li ser warên wan.

Ji bilî wê yekê ku Herêma Kurdistanê bûye sêrê gulleya yariya hêzên herêmî û gengeşeyên zilhêzan li Rojhilata Navîn de, Kurdan li Sûriye jî roleke yek alîker li şikestanîna Da’îş de li Sûriye dîtin. Dibe ku guman li pêgiriya Amerîka hinek caran pêkhatibe, ji ber nezelaliyê,, ji ber ku tirkiye û Îran her dema dixwazin bombebarana Kurdistanê dikin, bêyî wê yekê hesabek ji bo civaka navdewletî bikin. 40 milyon Kurd li Iraq û Sûriye û Îran û tirkiye hene, rûbirûyê zêdetirîn îşkence û tundutîjî û binpêkirinan dibin û çavê wan li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û civaka navdewletîye ku wan biparêzin û berevaniyê li mafên wan bikin.

Amerîka roleke baş li asayîkirina peywendiyên Hewlêr û Bexda û mîsogerkirina pêgiriya her du aliyan bi destûrê de dîtiye. Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal nakokiyeke zêde di derbarê neft û dabeşkirina dahatan û Pêşmerge û navçeyên nakokî li ser heye. Niha guftûgo li navbera Hewlêr û Bexda ya ji bo çareseriya nakokiyan heye, çareseriyeke sîhrî tûneye, lê belê Amerîka dikarê hêsankarî û piştevanî û handanê ji bo gihîştina rêkeftineke bingehîn li navbera her du aliyan de bike ku eve jî yarmetiya Iraqê dide ji bo gihîştina bi aramiyeke tevahî.

Li wê baweriyê dyîn ku Amerîka jî sûdmend dibê li peywendiya berfireh û berdewamiya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê li rêya bihêzbûna rewşa asayîşa navçeyê, ji bilî wê navçeya me dewlemende bi neft û gaz ku dikarê bibê çavkaniya geşbûna aborî ya gel û bibin beşek ji pêwîstiyên uzeya li cîhanê. Em pêşwaziyê li karkirina Amerîka dikîn û kompanyayên Amerîkî piştrast dikîn ku ewê veberhênanê li Kurdistanê dikin, beşek ji kompanyayan jî rola pêşengiyê dîtine li pêşxistina kerta uze ku baregeha wan ya serekî li Teksase ku li xweşî û nexweşiyê de li gel me bûn. Li wê baweriyê dayîn ku veberhênanên wan dahateke baş dibê û amrazeke din jî ji bo bihêzkirina peywendiyên me yên li gel Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dibe.

Back to top button