Polîtîk

Bexda dê sûd ji ezmûna Kurdistanê werbigre

Îro sêşem 24.02.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mihemed Salim Elxeban Wezîrê Navxoya Iraqa Federal û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û ew tehdîdên rûbiruyê pêkhatên Iraqê bune xistin ber behs û guftûgoyan û di derbarê êrîşên terorîstan û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan de axivîn.

Li vê hevdîtinê de Wezîrê Navxoya Iraqê rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge û serkeftin û qurbanîdana hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstan de bilind nirxand. Her wiha spas û pêzanînên xwe jî pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bûye penageha sedan hezar koçberên navxoya Iraqê û balkişand li ser wê yekê ku eve barekî girane ketiye ser milê Herêma Kurdistanê.

Hemahengiya di navbera dezgên emniyên Herêma Kurdistan û Iraqê mijareke dinê kombûnê bû û Wezîrê Navxoya Iraqê ji bilî balkişandina li ser serkeftinên Wezareta Navxoya Herêma Kurdistanê, daxwaz kir ku Wezareta Navxoya Iraqê li bi pîşeyî kirina karubar û erkên Wezaretê de sûd ji ezmûna Wezareta Navxoya Herêma Kurdistanê werbigrê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdayê hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku pêwîste peywendî û diyalog û guftûgo di navbera her dû aliyan de bi berdewamî hebê ji bo çarekirina kêşeyan û hevdû têgihîştina di navbera wan û hebûna dijminekî dirinde û hevbeşê wekî terorîstên Da’îş divê teşwîq û hana Hikûmeta Iraqî û Herêma Kurdistanê bide ku hemahengî û hevkarî û nêzîkbûna wan ya zêdetir hebê.

Back to top button