Civak

Bexda daxwaza qutkirina Înternetê li Kurdistanê dike

Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Iraqê piştî belavbûna protestoyan daxwaz kiriye li Herêma Kurdistanê jî mîna bajarên Iraqê înternet were qutkirin.

Hikûmeta Iraqê, ji bo ku xwepêşandan nekaribin bi rêya sosyal medyayê hevdu agahdar bikin, înternet qut kiriye û ji hikûmeta Kurdistanê jî xwest ku înternetê qut bike.

Berdevkê Wezareta Veguhestin û Gihandina Kurdistanê, Umêd Mihemed Salih ji BasNewsê re ragihandiye ku hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû li Herêma Kurdistanê jî înternet were qutkirin û sosyal medya were sekinandin.

Umêd Mihemed Salih got, me ji wan re got ku em tenê girêdayî ferman û biryarên encumena wezîran ya Kurdistanê ne, ji ber wê jî heta fermanek wisa ji aliyê encumena wezîran ya Kurdistanê ve neyê dayîn, ew înternetê qut nakin.

Di xwepêşandanên Iraqê yên li gelek bajaran li dijî hikûmetê berdewam dikin de, heta herî kêm 19 kes hatine kuştin. Hikûmeta Iraqê înternet qut kiriye û qedexeya derketina derve jî li gelek deveran hatiye ragihandin.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button