Bexda çekdarên PKKê ji Şingalê dertêxe
Piştî bûyera xiyaneta 16ê Oktoberê hêzên pêşmergeya xwe ji devera Şingalê dan aliyekî da ku bikaribin parastina xaka Kurdistanê bikin,.
PKK li gel Heşda Şeibî û Arteşa Iraqê hereket kir û li Şingalê cih bû. Herweha li gel Heşda Şeibî tevdigera. Niha jî Artêşa Iraqê hewldide PKKê ji herêmê derêxe û ji bo vê yekê jî muhletek daye îekdarên PKK li Şingalê.
Di vê derbarê de, berpirsê PDKê yê baskê 17ê Şingalê Qadir Qaçax aşkera kir, ku zanyariyên wan hene Iraqê bi rêya hêzên ewlehiyê ve tenê heta dawiya vê mehê molet daye mana hêzên ser bi PKKê yên li Şingalê.
Qadir Qaçax ji BasNewsê re ragehand, berê hikûmeta Iraqê tenê 72 demjimêr molet dabû PKKê, lê zanyariyên me hene ku naha ew molet heta dawiya vê mehê hatiye dirêj kirin.
Herwaha got, ku eger babeta man yan vekêşana PKKê li Şingalê neyê zelal kirin, dûr nîne rewş aloztir bibe. Bi taybet jî ku Bexdayê ragehandiye ku dervey wî moletî eger PKK li deverê bimîne, ew bixwe ji vê berpirs in.’’
Qaçax teqez kir ku eger rewş waha biçe ‘’Rewşa Şingalê ti demekî baş nabe’’ lê pêwîste aramî li bajar ava bibe.