Polîtîk

Bexda bi hatina Nêçîrvan Barzanî kêfxweş e

Piştî ku duhî parlamentoya Kurdistanê di civîneke awarete de bi piraniya dengan Nêçîrvan Barzanî bo postê serokwezîrtiya Kurdistanê kandîd kir, hikûmeta Îraqê di daxuyaniyekê de pêşwazî li biryara kadnîdadkirina Nêçîrvan Barzanî kir.

Mireyem Reyîs rawêjkara serokwezîrê Îraqê di daxuyaniyekê de ji Aknews re got ku, hikûmeta Îraqê bi kandîdakirina Nêçîrvan Barzanî bo wergirtina postê serokwezîrtiya hikûmeta herêma Kurdistanê, kêfxweş e:

Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan Nêçîrvan Barzanî bo postê serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir. Hikûmeta Îraqê pêşwaziyê vê biryara parlamentoya Kurdistanê dike.

Nêçîrvan Barzanî dikare pirsgirêk û girftariyên navbera Bexda û Hewlêrê bi rêya diyalog, lihevtêgihiştin û bi awayekî aram çareser bike.

Weke tê zanî duhî parlamentoya Kurdistanê di civîneke awarte de Nêçîrvan Barzanî bo postê serokwezîrê Kurdistanê û Îmad Ehmed bo postê cîgirê serokwezîr bi piraniya dengan destnîşan kirin.

Back to top button