CîhanPolîtîk

Bexda ber bi têkçûnêve ye

Li Bexdayê paytexta Iraqê rewş a siyasî gelekî aloz bûye. Xwepêşandanên alîgirên Sedir, derdora 5 wezareta dorpêç kirine. Leşker li herêmêye û wezîr û karmend nikarin bikevin wezeretan de.Hêzên asayîşa Iraqê deriyê 5 wezereta girtin. Xwepêşandan pişgiriya aliyekî parlementerên Iraqê dikin, dixwazin serokê Iraqê, serokwezîr û yê parlementoyê dest ji kar berdin.Hêzên ewlehiya Iraqê ji tirsa xwepêşandanan deriyê wezereta girtin û kes nikare werê û herê. Bi vê yekê karê van wezaretan jî hatiye rawestandin.Di vê aloziyê de şandeyek ji Kurdistanê ji bo pirsa referandomê serdana Bexdayê dike.Ji aliyek din tê şirovekirin ku ev yek girêdana navbera Bexda û Hewlêr de jî aloz dike û hêdî bexda û Hewlêr ji hevdûn dûr dikevin.Bê guman Kurd mecbûr dibin biryarê li ser çarenûsa xwe bidin. Ev yek jî pêkanîna referandomiyeke ji bo ragihandina dewleta Kurdî ya serbixwe.

Back to top button