CîhanRojev

Bexda bajarê herî xirabe li cîhanê

Dezgeha kompanyaya aborıyê ya bi nafê Mercerê di lêkolîna xwe ya salane de Bexda weke bajarê herî xirab ê ser rûyê erde destnîşankiriye. Herwiha Vîyana jî weke baştirîn bajarê cihanê destnîşan kiriye.

Dezgeha kompanyayê ya aborî Mercerê ku her sal derbarê bajar û paytextên welatan de lêkolînan çêdike û belav dike aşkere kiriye paytextê Awisturya Vîyana bajarê baş ê cihanê ye ji bo jiyanê û payxtexta Iraqê Bexda jî xirabtirîn bajarê cihanê ye li ser rûyê erde ji bo jiyanê.

Ligorî raporta Mercerê di rêza bajar û welatên herî baş di rêza yekem de Vîyana û bi rêza duyem jî re Zurîx û rêza sêyem jî Okland cîh digire. Herwiha li ser asta welatên erebî jî bajarê herî xweş ê erebî Dubai ye ji bo jiyanê û li ser asta cihanê jî di asta 75an de cîh digire.

Herwiha bajarê herî xirab ji bo jiyanê jî Bexda hatiye destnîşankirin û di rêza 230î de hatiye destnîşankirin.

Cihê behsê ye bi dehan milîsên tûndrew li Bexdayê peydabûne û rewşa emnî ya bajêr gelekî xirab bûye û ne artêşa Iraqê ne jî hikûmet dikarin rewşa bajêr kontrol bikin û rojane li Bexdayê kiryarên terorîstî tên encamdan balyozxaneyên welatên biyanî tên armanckirin.

Ev yek di demekê de ye ku hinek parlementerên kurd li Bexdayê jî parêzvaniyê li Bexdayê dikin û Bexdayê han didin da ku qewaraya Herêma Kurdistanê ji nav bibe.

Back to top button