Betat: Em amadene kurdan derxin çıya
Serokê Hizbulaha İraqê di daxuyaniyekê de ji rojnameya Elheyta ku, ji Londonê bi zimanê erebî weşanê dike, got ku, wî leşkerek yekmilyon kesî avakiriye û ji bo parastina Şîeyan amadeye şer bike.
Wasiq Betat serokê Hizbulaha İraqê di daxuyaniya xwe dibêje:
– Min leşkerek bi navê Leşkerê Muxtar li İraqê avakiriye û ew leşker ji Şîeyan pêk tê û ji bo parastina desthilatdariya Şîeyan li îraqê ye, lê leşkerê me şerê Sueyan nake lê bi tenê em li dıjî wan kesa û aliyan şer dikin yên ku lêdixebitin desthilataê ji dest Şîeyan derxînin.
Serokê Hizbulaha İraqê dibêje ku, ew li bajarê Necefê li başûrî İraqê akincî ye û ji İraqê dernake. Ew dibêje ku, ew ji hikûmeta İraqê natirse wî bigirin û tehedaya hikûmeta İraqê dike û dibîje ku, Nurî Malikî serokwezîrê İraqê serokwezîreke zeyîfe û nikare biryar bide.
Serokê Hizbulaha İraqê Wasiq Betat di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa kurdan jî dike û dibêje:
– Divê kurd lawziya hikûmeta İraqê îstîxlal nekin û tixûbên xwe li wîlayetên Kerkûk, Diyala, Musil û Tikrîtê berfireh nekin. Divê kurd li tixûbên xwe yên nuha razî bin û pêngavên zêde nehavêjin.
– Leşkerê me, leşkerê Muxtar, li devrên nakokbar heye û bi hûrî çavdêriya bizavên pêşmergeyê Kurdistanê dike. Eger kurd hewil bidin ji sînorên xwe yên nuha derkevin, em amade ne şerê wan bikin û careke din berê wan bidin çiya.
Serokê Hizbulaha İraqê, herwesa, di daxuyaniya xwe de gefan li hikûmeta Kwêtê jî dike.