Besikci: Qatar dixwaze paşaroja Kurdan birêvebibe
Nivîskarê navdar Ismail Besikci li Parisê beşdarî li Konferansek bi navê Di Sedsala 21 Paşaroj û Perspektifê Kurdan kir û li vê konferansê de axaftinek di derbarê paşaroja Kurdistanê de kir.
Besikci balkişand li ser paşaroja Kurdistanê û her wiha behsa Rojavayê Kurdistanê kir û got: Li Suriye herî zêde navê Qatar, Suudî Arabistan û Tirkiye derbas dibe. Qatar dewleteke xwedî nifusa 30 hezare, Qatar bi vê nifusa xwe ve dixwaze qeder û paşaroja 40 milyon Kurdan diyar bike.
Her wiha li ser babeteke dinê taybet bi Bakurê Kurdistanê de Besikci got: Li Bakurê Kurdistanê 253 gorên bi komel heye û termê 3000 kesan li nava wan goristanane. Şuna ku mijulî karê xelkekî din bibîn, divê em pêşî xwediyê li wan goristanan derkevin.
Berdewamiya axaftina xwe de Besikci got: Yekitiya Kurdan gelek girînge, ez tu carî bawer nakim ku Kurd û Ereb bira bin. Her wiha Kurd û Tirk jî ne bira ne.