Beşikçî: Dem-dema referendum û serxwebûnê ye
Civaknasê navdarê tirk û dostê gelê kurd di daxiyaniyekê de behsa refernduma ji bona serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje dem-dema referndum û serxwebûna Kurdistanê ye û kurd li başûrê Kurdistanê çend zûtir referndumê bikin baştir e.Îsmayl Beşikçî dostê gelê kurd di daxuyaniyel de li malpera Rûdaw re dibêej:- Dem-dema referndumê ye, bi dîtina min hindek direng jî maye, çend zûtir referndum bê kirin û derfet hebe, baştir e. – Kurd li Rojhilata Navîn neteweyek mezin eû nêzîkî 50 milyon dibe, divê kurd jî di nava nateweyên din yên cîhanê de cîyê xwe hebe û ji bona vê jî divê kurd berdewam bixebitin.Beşikçî dibêje ku di sedsala borî de gelê kurd gelek êş û azar dîtin, rastî dabeşkirin û parçeparîebûnê bû, lê sedsala 21ê dê ji bo kurdan erênîtir be.