Nivîsar

Berxwedana Kobanê û helwesta Kurdistanî

Abît Gurses

Nêzîkê mehekiye xelkê Kobanê di bin hêrişa keftarên har yên DAİŞ’ê de ne.

Ji tirsa qetliamên DAİŞ’ê bi sedan hezar kes dev ji gund û cîh û warên xwe hiştine berê xwe dane Kurdistana Bakûr…

Lê belê hin kesên wêrek, xort û keçen dilêr li Kobanê di bin alaya YPG’ê de destana qehramaniyê dinivisînin! Gerillayên YPG bi çekên sivik li hember tank, top û çekên giran yên DAİŞ’ê bê tirs şer dikin, canê xwe sîper dikin, rûpelekî zêrîn di dîroka rizgariya neteweyî ya Kurdistanê de dinivisînin! Serê Kurdan, nav û dengê Kurdan seranserê cîhanê de bilind dikin…

Iro li Kurdistana Suriyeyê de gerilla û Kurdistana Iraqê de pêşmerge li hember dijmineke hov ku ji aliye dijminên millete Kurd va hatiye afirandin û xwedîkirin, şerê man û nemanê dikin… Ne bi tenê şerê man û neman herwuha li hember wahşetê, hovitiyê şerê mirovatiyê medeniyetê jî dikin!

DAİŞ, par li hin deverên Kurdistana Suriyeyê de êriş anibûn li ser YPG, lê şerekî, hicûmekî berfireh weka aniha cara pêşî çêdibe.

Piştî ketina Musil û derdora wê destê DAİŞ’ê, li Kurdistanê û Rojhilatanavîn gellek tişt guherîn, kevir cîhên xwe leqiyan!

Bêguman têkçûn û teslîmbûna arteşa Iraqê li hember DAİŞ’ê û valabûna deverên Kurdistanî yên derveyê idara hikumeta herema Kurdistanê firsendeke zêrîn bû ji bo Kurdistana Başûr.

Piştî ku hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kontrola deverên madde 140 xistin bin kontrola xwe, yani piştî ku Kerkuk, Şingal, Xaneqîn ketin destê Kurdan, dijminên Kurdistanê beicîn, dîn û har bûn!

Piştî êrişa berfireh ya DAİŞ’ê li ser Şingal, Mexmur, Kerkuk, Celewla hezimeta hêzên peşmerge li Şingalê, mihacirbûna bi sed hezaran xelkê Şingalê, bû sedema lerzîna Kurdan û Hikumeta Herema Kurdistanê! Hicûma DAİŞ’ê li ser Mexmur û Hewlerê ji aliye bombardimanên firokeyên şer yên Amerika ve nehatiba sekinandin, belkî iro rewşa Kurdistana Başur di xeterê de baya!

Baş bû ku Amerika zû gihişt hawara Kurdan. Herweha piştî şoka pêşî li hembere DAİŞ hêzên pêşmerge bi awayeke qehremanî kete qada şer de! Li şingalê, Mexmurê hin cîhên din hewkariya Pêşmerge û Gerilla heviya millete Kurd geştir kir.

Trajediya Şingalê de hin terefên Kurd, hindik mabûn ku li ser tekçûna pêşmerge destê xwe hinne kiribana, lê bi qehremaniya hêzên pêşmerge û alikariya hêzên Amerika ew etraf û eşxas ne gihiştin miraza xwe!

İro Kurdistana Başûr hin bi temameti ji wan çeqalan nehatiye paqijkirin…

Kurdistana Suriye jî DAİŞ kontrola xwe zêde kiriye…

Ji bo doza Kurd û Kurdistanê divê hin ders ji wan erîşên DAİŞ’ê were derxistin!

Beriya her tiştî ev hêriş li dijî prosesa serxwebûna Kurdistana Başûr e!

Herwuha ji bo têkbirina statuyeke Kurdan li Suriye ye!

Dersên din jî ev in,

Yek jê, xwediyê DAİŞ’ê dewlet û hêzên dijminên millete Kurd in!

Dido, divê Kurd di nav xwe da ittafaq û yekitiya xwe pêkbînin!

Sisê, divê Kurd dost û dijminên xwe baş nas bikin!

Çar, divê Kurd dost û müttefikên xwe yên mayinde, nekin qurbana têkiliyên rojane!

Pênc, bila kes nebejê wehşeta DAİŞ’ê islamê de nîne, İslam boyax bike, sempatik nîşan bide!

Ji ber ku nivîsa min li ser berxwedana Kobanê ye, ez naxwazim li vir rexne li PYD, YPG û hêzên din yên Kurdistana Suriye bigrim. Bila bimîne rojên hîn firehtir!

Lê tiştekî pir ecêb heye divê ez bejim, ew jî ev e, çawa hin zikreş, Bekoyê Ewan û heqîr ji têkçûna pêşmerge li Şingalê ra kêyfa xwe dianîn, gellek qeşmer û bêşeref jî li heviya têkçûna berxwedana Gerillayên YPG li Kobanê ne!…

Lê dilê milletê Kurd bi qehremanên Kobanê ra ye… Em hevîdarin ku Kobanê nekeve destê çeqalan…

Gerillayên YPG, xelkê Kobanê bi berxwedanên xwe yên qehremanî ketin dîroka Kurdistanê û Cihanê jî…

Serê milletê Kurd bi we serbilinde ey şhîdên bênav, keçikên xama, xortên nûhatî!

Bijî Berxwedana Kobanê!

Bijî Kurdistan!

Back to top button