Polîtîk

Bersivnedana kesên bê mesûliyet bi xwe bersiveke..!

Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê de, her aliyek siyasî ji bo xwe û li gora bernameyên xwe propagandeyê dike. Gelek cara hatiye gotin ku, aliyên siyasî ne dijminên hevin di pêvajoya hilbijartinan de hevrikên hevin. Gelek asayîye ku, piştî hilbijartina li gel hev rûnin û mimkine ji bo desthilatê hevkariyan jî bikin.

Lê carna hinek aliyên siyasî di dema propagandeyê de bê mesûliyet axavtina dikin û bi rastî weke zarokên kolana diaxivin û dijitiya aliyên din ên siyasî dikin. Taybetî serokê YNKê Bafil Talabanî weke ku, kesekî muxalefete dijitiya Hukumetê û PDKê dike. Niha berê xwe bidinê, YNK beşeke ji hukumeta Herêma Kurdistanê, kesayetê duyem di nava YNKê de Qubat Talabanî cîgîrê serokwezîr e. Başe çewa dibe ku di dema propagandeyê de wek kesek ku muxalife tevdigere? Ev Pirseke. Pirsa duyem, eger mirov bi akilê kesên nezan û zimanê kolana dijê aliyek din kiset bike, ew jî wê yekê layiqê xwe dibîne.

Lê di encam de herkesek di rêya diçê de liqayê tişta ku layiqê xwe dibînê tê. Serok Barzanî bi du xavtina behsa helwesta PDKê dike û herweha bi du axavtina dibe bersiva her gotin yan jî tevgerek ji derê ehlaqê siyasî.

Serok Barzanî Dibêje:

Back to top button