Berpirsên Tirkiye û Suriye civînek li darxistin!
Hat ragihandin ku rayedarên leşkerî yên Tirkiye û Sûriyeyê 11ê Hezîranê roja sêşemê bi naçitiya Rûsyayê li balefirxaneya Hmeymîmê civiyan.
Li gorî hinek çavkaniyên ji hukumeta Suriye, hevdîtinên di navbera her du welatan de ku demekê rawestiyabûn, ji nû ve dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de rayedarên leşkerî yên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeyê li Baregeha Hewayî ya Hmeymîmê ku nêzikî bajarê Laziqiyê ye ê ji aliyê Rûsyayê ve kontrolkirin de hatin cem hev. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de bi taybetî li ser geşedanên dawî yên li Îdlib û derdora wê rawestiyan. “Rûsya piştgirî da hevdîtina Tirkiye û Sûriyeyê ya li Baregeha Hewayî ya Hmeymimê.” Çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku civîna navborî roja piştî hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Moskowê hatiye lidarxistin.
Ji aliyeke din ve çavkaniyê sûrî eşkere kir ku civîna bê ya di navbera her du welatan de li Bexdaya paytexta Îraqê tê lidarxistin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî di daxuyaniya xwe ya 31ê Gulanê de gotibû, “Em hewl didin ku di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bingeheke lihevkirin û diyalogê ava bikin.” Rojemevana ji Sudanî pirsîbûn: “Hun ji bo vê mijarê bi Erdogan re yan jî bi Esad re axivîn? Sûdanî bersiva pirsê da û got, “Bêguman danûstandinên li ser vê yekê berdewam in. “Hêvîdarim ku di demek nêzîk de di vî warî de hin gav bên avêtin.”
Piştre berpirsekî hikûmetê daxuyaniyek da medyaya Iraqê û ragihand, ku dê di rojên pêş de rayedarên Tirkiyê û Sûriyê li Bexdayê civînekê lidar bixin. Rayedar amaje bi hewlên Iraqê yên ji bo lihevkirina her du welatan jî kir û got: “Sûdanî û ekîba wî bi danûstandin û hevdîtinên dualî yên nediyar encamên erênî bi dest xistin; “Hem Şam û hem jî Enqere bi awayekî berçav navbeynkariya Bexdayê qebûl kirine.” wî got.
Piştî daxuyaniyan yekser hat ragihandin ku Sûdanî û Esad bi telefonê axivîne.