Berpirsê kuştina Tahir , aliyên şerin
Parêzer û serokê Broya Diyarbekirê Tahir Elçî li Diyarbekirê li navçeya Surê, dema di navbera çekdarên PKKê û polisên dewletê de şer destpêkirî hate kuştin.Kî Tahir kuşt ,ji bo çi kuştin gelek vekiriye. Tahir kesayetek bû li vekirî li dijê şerê bê armanc bû. Digot: Bila çek nebin, bila şer nebê . bila operasyon nebin.Herkesê ku vî şerî dixwaze û vekirî li dijê vî şerê qirêj helwestê danayne, şirîkatiya wan kuştina Tahir de heye.Piştî Tahir daxuyaniyên tên dayin jî ne cihê dil xweşiyê ye,Dibêjin, kuştina Elçî di kesayeta wî de kuştina gelên kurd û tirk e.Na kuştina Tahir Elçî fîşekek li dijê miletê Kurd e. Tahir bû qurbana bê dewletbûnê.dema şer hebê av şêlo dibe û dezgehên tarî rolê xwe baş dileyzin.Berpirsê jiyana Tahir Elçî aliyên şerin.