Civak

Berpirsên Kobanê destxweşî li Pêşmerge kirin

Fermandarê karwanê 3yemîn ê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Musilh Zêbarî piştî vegera xwe ji wî bajêrî behsa çawaniya rizgarkirina Kobanê û gundên derdora wê dike û dibêje, dema bajarê Kobanê hat azadkirin, Serok Barzanî bi rêya telefonê ligel wan axivî û ji wan re got, we serê me bilind kir.

Emîd Musilh Zêbarî Fermandarê karwanê 3yemîn ê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: Dema ku em çûn Kobanê % 80 hatibû rizgarkirin. Piştî 5 rojan ji çûna me Kobanê hat rizgarkirin. Herwiha 370 gund jî hatin rizgarkirin.

Zêbarî wiha got: “Ji 15ê meha 9an heta 28ê meha 2ê li Kobanê 438 şervanên YPGê, 14 çekdarên hêza Reqa û 6 çekdarên Şemos Şîmal şehîd bûn, ku bi hemûyan 460 kes di wê demê de şehîd bûn. Herwiha di wê demê de 3778 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û termê 389 kes ji wan ketin destê Hêzên kurdî de.”

Musilh Zêbarî wiha domand: “% 8ê ji Kobanê wêran bibû û derdora 3 hezar mal xera bûn û heta ku ez li wir bûn bêtirî 30 hezar malbat vegeriya bûn Kobanê.”

Fermandarê karwanê 3yemîn ê Hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha got: “Cihê dilxweşiyê bû ku beriya em vegerin, berpirsê pile bilind ên Kantona Kobanê hatin cem me û destxweşî li me kirin û spasiya Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî û xelkê Kurdistanê kirin û dan zanîn ku ne ji Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge ba, niha Kobanê ji dest çûbû.”

Musilh Zêbarî tekez kir ku, “Dema bajarê Kobanê hat azadkirin, Serok Barzanî bi rêya telefonê ligel wan axivî û ji wan re got, we serê me bilind kir. Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ligel me axivî û spasiya me kir û ji me re got ez çavê we maç dikin û we sere me bilind kir.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button