Civak

Berpirsê Asayişa Komîsyonê: Li Hewlêrê ti binpêkirin nehatine kirin

Berpirsê Asayişa Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Bextiyar Mihemed behsa birêveçûna proseya hilbijartinên taybet kir û got, li bajarê Hewlêrê proseya hilbijartinan pir bi aramî û bê pirsgirêk û bê ti binpêkirin birêve çû.Bextiyar Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Kurdistanê proseya dengdana taybet li Herêma Kurdistanê birêve çû. Li cihna binpêkirin hebûn, lê li bajarê Hewlêrê ev prose pir bi aramî û serkeftî birêve çû û ti giriftên ewlehî derneketin. Em karin bêjin tenê li navendekê jî ti binpêkirin derneketin, ku ev yek pir girîng e.”Mihemed wiha got: “Em hêvî dikin ku hêzên ewlehiyê rewşa biryarên komîsyonê li ber çav bigrin, û alîkariya fermanberên komîsyonê bikin.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button