Polîtîk

Bernemaya me ji bo rêgirtina li fitneyê heye

 Şanda Eniya Aştî û Azadiyê li Stenbolê bi Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê re civiya. Endamekî şandê jî radigihîne, Eniya Aştî û Azadiyê dixwaze bibe pirek di navbera opozîsyona derve û hundir de.

Peyamnêrê K24ê li Srenbolê da zanîn, Şanda Eniya Aştî û Azadiyê îro li Stenbolê bi Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî û Civata Tirkmenî re civiyan û rewşa rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gengeşe kirin.

Endamê Şanda Eniya Aştî û Azadiyê Mihemed Îsmaîl derbarê wê civînê de ji K24ê re ragihand: “Eniya Aştî û Azadiyê xwe beşek ji opozîsyona Sûriyê dibîne. Di civînê ne me nerîna xwe ya siyasî ji wan şîrove kir. Herwiha bernameyeke me ji bo rê li pêş fitneya di navbera pêkhateyên deverê de bigire amade kirine, ji bo hemû pêkhate bi hev re bi rihetî bijîn.”

Îsmaîl diyar kir jî, “Em wek Eniya Aştî û Azadiyê dixwazin di navbera opozîsyona derve û ya hundir de bibin pirek, ji bo ku bikarin bibin alîkar û piştevan ji hemû aliyên opozîsyonê re. Herwiha dixwazin rola pêketeyên Sûriyê ku pêştir hatibû piştguhkirin, di pêşeroja Sûriyê de hebe. Enî ne li dijî ti aliyekî opozîsyonê ye.

Şandeke Eniya Aştî û Azadiyê ku ji Mihemed Îsmaîl û Feysel Oso ji ENKSê, Gebriyêl Muşê û Dawûd Dawûd ji Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Emîr Dendel û Wasif El Zab ji Teyar El Xed pêk tê, çend roj in li Tirkiyê hevdîtinan dikin.

Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî li Sûriyê ava bikin de ye. Bi armanca dîtina çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî ji Sûriyê re û, pêwendiyê bi opozîsyona Sûriyê û aliyên herêmî û navdewletî re dike.

Back to top button