Nivîsar

Berî her tiştî

 Bawerê OmerîDema miletê kurd li sedemên bindestiya xwe bipirse, ji sedî sed wê gelek xalên lawaz, ku Kurd bi xwe di wê babetê de sedemên wan e, bibîne.Ev dema pir dirêj ji bêdewletbûna Kurdan, ne ji ber xwe ve hatiye, di nerîna min de sedemê pêşî ew bû, ku Kurd ji bêçarî zimanê serdestan di nav de jî olên wan pejirandin, di dibistanên wan de fêrî zimanên dagîrkerên xwe bûn, pir dûrî fêrbûna zimanê xwe bûn.Wate ji ziman ne tenê xwendin ê, lê belê hemû tişt û babetên din, yên di avakirina dewletekê de pêwist in pêve girêdayî ye, ji ber ku ziman dimîne bingeha avakirinê û wêrankirinê di hemû tiştî de.Li vir gerek e em zanibin, ku dermanê herî bi bandor, yê ku gerek e miletê Kurd bi lez lê bigere û bi dest bixe, ew e, ku her zarokek, keçek, xortek, xanimek û mêrekî Kurd elfbayeke kurdî yan jî dîwanên helbestvanên me yên kevneşop û nûjen ji xwe re bikirin (herî dewlemendên Kurd bi vî karî ranabin), û xwe baş fêrî zimanê xwe bikin û pê binivîsin û bixwînin, ji bo ku di van pênc salên li pêşiya me, em ji cîhanê tevî re bidin xuyanîkirin, ku em miletekî xwedî çand û huner û welatekî pir dewelemend in, em xwediyê xaka xwe ne, zimanê kurdî li Kurdistanê nîşana kevnbûna dîroka me ye.Heger hat û me ev daxwaz pêk anî, em ê serxwebûna welatê xwe jî di van pênc salan de ragihînin, û heger me niha û di paşerojê de ev bar neda ser milên xwe, divê em zanibin, ku pênsed salên din incax em serxwebûna xwe ragihînin, û dibe wê çaxê yek ji milet û neteweya kurd jî nema be.Vêca, berî her tiştî, çi ji me tête xwestin, ku em jî wek miletên din bingeheke dirust di avakirina dewleta Kurdistanê de damezirînin?.Di nerîna min de, jê hesanîtir tuneye, ew jî ev e: Her roj berî zarok ji xew rabin, berî tu nimêja berbangê bikî, berî tu biyanî zû ji mal derkevî, berî tu qeretûnê bixwî.Berî tu dest bi karê xwe bikî, berî tu pirtûkên xwe yên dibistanê bi xwînî, berî tu rojname û kovaran bixwînî, berî tu li wêneguhêz û êzgehê temaşe û guhdar bikî, berî tu têldengiya xwe vekî, berî tu kompyûtera xwe vekî, berî tu û xuşk û birayên xwe pevbiçinin, berî tu taştê bixwî.Berî tu biçî dibistanê, berî tu biçî fêrgehê, berî tu biçî zanîngehê, berî tu biçî pirtûkxaneyê, berî tu biçî lîzgehê,berî tu biçî xwaringeh û çayxaneyê, berî tu biçî neçîrê, berî tu firavînê bixwî.Berî tu biçî serdana merivên xwe, berî tu biçî serdana nexweşan, berî tu biçî cem hevala / ê xwe, berî tu biçî cem hevsiyê xwe, berî tu biçî cem yara / ê xwe, berî tu biçî şevînê, berî nimêja nîvrojê, berî tu têkevî nav zor û dijwariyên rojê de, berî tu biçî şer, berî tu birîndar bibî, berî tu nexweş bikevî, berî tu biçî cem dijminên xwe, berî tu şîvê bixwî.Berî tu tirimbêlê bajoyî, berî tu piskilêt bajoyî, berî tu li ser hespê xwe siwar be, berî tu cot bikî, berî tu lawirên xwe, yên kedî êm bikî, berî tu zeviyên xwe av bidî, berî tu biçî eşêfê bikî, berî tu daran bibirî, berî tu gwîza bişkênî, berî tu penêr û mast û dew çêbikî, berî tu mêweyan bixwî.Berî tu sixêfan ji xelkê re bikî, berî tu nifiran bikî, berî tu kufriyan bikî, berî tu navê Xwedê û firişte û pêxemberan bînî ser zimanê xwe û bi wan sûnd bixwî, berî tu paşîvê bixwî.Berî tu biçî civata odeya gund, berî tu li çîrok û serpêhatiyan guhdar bikî, berî tu biçî gerê, berî tu biçî seyrangehê, berî tu biçî bêriyê, berî tu Zendavîsta bixwînî, berî tu pirtûka reş bixwînî, berî tu Zibûrê bixwînî, berî tu Tewratê bixwînî, berî tu Incîlê bixwînî, berî tu Quranê bixwînî, berî tu waneyan bixwînî, berî tu biçî keniştê, berî tu biçî dêrê, berî tu biçî mizgeftê (Mêjgehê), berî tu biçî agirperestgehê, berî tu biçî Laleşê, berî tu biçî Orşelîmê, berî tu biçî Mekê, berî tu biçî Ekay, berî tu meyê vexwî.Berî tu gazinan bikî, berî tu laveyan bikî, berî roj here ava, berî dawiya heftiyê, berî serê mehê, berî serê salê, berî cejna Nûrozê, berî çarşemba sor, berî cejnên ser salê, berî cejna qurbanê, berî cejna remezanê, berî tu avê vexwî.Berî sira bayê reş û kur bêt, berî baran û berf bibarin, berî gul bipişkivin, berî xweza bi rengê kesk û sor û zer bixemile, berî bibe şefeq, berî roj derkeve, berî bibe nîvro, berî bibe êvar, berî bibe şev, berî zarok têkevin xew, berî roj here ava, berî nimêja êvarî, berî mêvanên te werin û berî şevbuhêrk dest pêbike, her roj sê helbestên seydayê Cegerxwîn bixwîne!1- Sitem dimrî bi hikmê demBese paçik ji guh derxe, çi hawar û çi qêrîn e,xwe rapêçe ji bo cengê, bi zor heqê xwe bistîne.Dizî û cirm û bêş û zor, bes e milet li te şerm e,dema tang û firoka ye, çi def û xişt û tizbî ne.Bixwîne da tu serbest bî, bi xurtî bighê doza xwe,binêr her tişt li dinya yê, wekî cenga Filestîn e.Cîhan bûye du bend îro, ku maldar û belengaz,di ber hev re şerîpan in ji Çînê ta biçî Çîn e.Belengazan serî hildan, sitem îdî qebûl nakin,ji destê sermeyedaran gelek zor û sitem dîne.Dilovanî digel zor e, her û her ceng û lêdan e,Çiya û deşt û av û bej, ji sertîrên sitem xwîn e.Cegerxwîn tim dikî qêrîn, sitem dimrî bi hikmê dem,ji min bawer ke, ey milet nebê dîn e, nebê dîn e.2- Dewlemendê bê şerefDewlemendê bê şeref, çi dikî ji van zêr û pera?Sed hezar milyonê zêra têxê kortanê kera.Ev per bûne sebeb bo kuştin û halan û ceng,dîn û îman e li cem we qet bira nadî bira.Ev pere bê rûmet in, lê bûn bihayê destê kar.Destê cotkar û xebata zend û bendê karkera.Mekteba pê çê bikin, yan nexweşxanê mezin,yan kitêba çap bikin,“ehlen we sehlen“ ser sera.Lê tu nabî wek mirovan ger ne xurt û xwende bî,yan welatperwer, ne jî qet ev pere nabin çira.Bê kitêb û kêferat û bê xebat û kefteleft,serbilind nabî bi zêra naçî eywan û sera,Tim divê bindestê dijmin kolebî yan bende bî,koleyê gerden bi zincîr çibikî zêr û gewhera.Koletî îdî nemaye bo çî tenha kole bin,qirnê bîsta ye, ku tê de ketine destê xwînxwera.Hilweşandin xan û eywan kirine kavil şar û gund,mêr û jin kuştin bi top û pîj û perçên qembera.Ger dixwazin hûn ji bin destê neyaran derkevin,mal û can tev bidne vê rê rengê miletperwera,Ev cîhan pêkve seraser pêşve wek çerxê diçî,va terektor hate meydan, kanî cotê qantira.Ew demên borîn û çûn, ma rûmeta rêncber çi bû?Lê di îro nîvê dinyê ketye destê rêncbera.Gotinê, ku em dibêjin her kesî hişyar dikin,ne gelek nû ne welakin nû gihiştin van dera.Miletê kurd rengê fîl ê xurt û girs ê ser mezin,lê mexabin, hefsarê wî ketye destê qeşmera.Perçe perçe dane destê dijmina wek col û pez,kirne armanca tifing û top û tang û xencera!Em li hawîr tev dinalin sed hewar û sed eman,mil di zincîr û esîr in ketne destê qawira.————————————————————————–3- Naçin şerê Qurê ( Kûriya)Welat tu Kurdistan,hemî bax û bistan,tu maye ber destan,belê dinya dor e.Ser bi reş û şînî,jar û dil birînî,milet te nabînî,Kurd e ker û kor e.Hemî weke dar in,rêzin li ber ar in,bindestê neyar in,Zaz û Bext û Lor e.Tev axa û mîr in,ne hişyar û jîr in,bê ser û wezîr in,bê xwendin û tor e.Ji nezanîn bûn deq,ser bi êş û teqreq,ew nizanin, ku heq,tim bi dar û zor e.Nebî bibî, xemgîn,va ji te re mizgîn,xortên te yê bengîn,berê wan li jor e.Palevanê mêrxas,tev çakûç û tev das,şiyar bûne gernas,hawîr borebor e.Top û qelem bûn cot,bûne yek keç û xort,bê navtêdan, bê fort,tevan qoreqor e.Şev û roj ranazin,bê gilî û gazin,zanin çi dixwazin,qelen xwîna sor e.Wê civata çêkin,navê te tim lêkin,destê dijmin jêkin,naçin şerê Qur e.Digel hev tebabin,wek bav û bira bin,li ber dijmin rabin,Zaz û Lor û Gor e.Serê wî bişkînin,bi zor te bistînin,te ji bona dijmin,bikin, tirb û gor [email protected]

Back to top button