Civak

Berhema duyemîn a versiyonên Navenda Komata Ronahî

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê, li roja sêşemê 23.04.2024ê li bajaraê Duhokê û li Hola Konfrenisan ya Zanikoya Duhokê, merasima danenasîn û îmazakirina ktêba (Ji Mihabadê ta Hemirînê) ya bîreweryên xebatkarê dêrîn Abdulbaqî Bamerinî, endamê Partiya Hiywa, pêşmerge yê her du tevgerên Barzan 1943 û 1945ê, Komara Kurdistan li Mihabadê û pêşmerge yê her du şoreşên Îlon û Gulanê, lidarxist‌.

Di vê merasima bijarte da ku, hijmareka mezin ji kesatî, ekademîsyen, rewşenbîr, pêşmerge yên dêrîn û berpirsên hizbî û hikumetî yên deverê têda amadebûn, çend peyiv li ser giringiya dekomentkirina dîroka şoreşê û bîrhatinên pêşmerge yên dêrîn û rola Senterê Komate di vî warî da hatin pêşkeş kirin wek peyiva, Macid Seyd Salih cîgirê parêzgarê Duhokê û peyiva Ako Mihemd rêveberê gişitiyê yê Tora Mediyayî ya Rûdawê. Herwesa Rizgar Kêsteyî berpirsê Senterê Komate di peyivekê da behsa hizira avakirin û xebat û çalakiyên Senterê Komate kir.


Li ser vê çalakiyê, Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê ji raya gişitî ra daxuyaniyek weşand û ev li jêr naveroka daxuyaniyê:

Pişitî kar û xebatên nêzîkî salekê yên Senter Komate, bi hevkarî digel kak Kawe Ebdalbaqî Bamerinî, em wek Senterê Komate karîn li roja 23.4.2024ê pertûka xebatkarê dêrîn Ebdalbaqî Bamerinî çap û belav bikin û di rêwresmeka ji hejî da li Hola Konfranisan ya Zankoya Duhokê pertûk hate nasandin û îmzakirin. Di heman dem da kurtiyek li ser bizav û çalakiyên Senterê Komate yên dû sal û nîva jî hate pêşkêşkirin.

Spas ji bo cenabê kak Nêçîrvan Barizanî, cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistane, bo pşitevaniya cenabê wî bo Senterê Komate.
Spas ji bo kak Sku Mihemed rêveberê Torra Mêdiyayî ya Rûdaw bo pşitevanî û hemahengiya wan a berdem digel me.
Spas ji bo ofîsa cenabê kak Nêçîrvan Barizanî ku, mesrefê çapê bi sto xwe ve girtîn
Spas ji bo xelkê me yê hêja bo amadebûna wan ya ji hejî û pir buha.

Back to top button