Civak
Berhem Salih: Sikestin nexweşe
Cîgirê sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyabiyekê de dibêje ku, encamên destpêkê yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dilgiranin û xelkê Kurdistanê êdî siyaset û awayê îdarekirina YNK li ser diçe red dikin.
Berhem Salih cîgirê Celal Talebanî di peyamekê de li ser malpera xwe ya Facebookê behsa dilgiraniya YNK li hember encamên hilbijartinan dike û dibêje ku, tevî encamên destpêkê ji bo YNKê dilgiranin lê YNK dê rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê bigire û wan encaman qebûl bike.
Salih dibêje ku, sikestin naxoşe, lê xwe dizîn ji biryara xelkê şermezariye.