Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Berhem Salih ragehand ku paşeroja hizba wî di metirsiyê de ye û got: ‘’Amadenebûna mam Celal erkê me zehmettir dike.’’
Derbarê rewşa YNK’ê ya piştî hilbijartinan de Dr. Berhem Salih daxwiyaniyek da AFP’ê û got: ‘’Nexweşketina Talabanî zerar gehandiye pêgeha YNK’ê. Bi rastî amadenebûna Mam Celal erkê me zehmettir dike bo wêye em bi hev re bimînin.’’
Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih wiha dibêje: ‘’Piştî Talabanî nexweş ketiye zerareke zêde gehiştiye YNK’ê, divê hinek tişt bên guhertin û em jî xwe ligel demê biguncênin, eger em wiha bawer bikin ku dê rewş her wek xwe bimîne, bi nerîna min ev têgehiştineke xelet e.’’
Di raporta AFP’ê de dîplomatekî Rojavayî ku nexwetiye navê xwe eşkere bike, gotiye; ‘’Piştî nexweşkatina Talabanî di vê hilbijartinê de YNK rûbirûyê yekem ceribandin dibe. Bi baweriya ew bi xwe vê rastiyê dibînin bê çiqasî nêzîkê şikestinê ne. Tişta eşkere ye evna siyaseta bişexsîkirinê ye û her dema ew şexs jî ne amade be, kesî din nîne.’’
Çavdêrê siyasî yê ji bajarê Silêmaniyê Asos Herdî jî derbarê paşeroja YNK’ê de wiha dibêje: ‘’Pirsgirêka YNK’ê ew e ku kesekî wan nîne cihê Talabanî bigire, Talabanî kesê serekî yê wê hizbê bû û hemûyan guhê xwe didayê. Ew kar dikirin ku ferman dida wan. Niha kesekî din nîne ku wî karî bike.’’