Polîtîk

Bendera Beyrûtê li kontrola Hîzbullahê daye

Kanala Fox News ya Amerîkî dibêje çendîn çavkanî behsa ewe dikin ku zêdetirê benderê “bi awayeke ranegihandî” li bin kontrola Hîzbullahê daye.

Çavkaniyek ji medya Amerîkî ragihandiye “Egerek heye ku yariya agirîn, benzîn û çek pêkve li depo û komgehek da hatibin hilgirtin, teqîn jî li komgeheke yariya agirîn û benzînê rûdaye”.

Rudolf Atalla ku berpirseke serbaziya hêza asmaniya xanenîşînkiriyê Lubnane, dibêje: “Xelk dîtin ku ew xwarin û hevkariyên miroviyên ku ji bo virusa Korona hatibûn li bazara reş da ji aliyê Hîzbullahê ve dihatin firoştin yan dibirin Sûriye, ji ber ku Hîzbullah li wir jî berjewendiya xwe heye”.

Ew berpirsê serbazî behsa ewe jî kiriye, piştî teqînê daxwaz ji xelkê hatiye kirin li malên xwe bimînin û dibêje “Hîzbullah xwepêşandanê naxwaze û naxwaze Lubnanî li dijî wan bipeyvin û nerazîbûnê derbibrin”.

Back to top button