Belê hesta neteweyî li bakur lawaz e
Malpera Bergehê di derbarê hestên netewî de, analîzek weşandiye. Ji bo girîngiya naverokê em jî heman analîzê belav dikin.
Belê hesta neteweyî li bakur lawaz e
Dema mirov behsa hestên netewî dike ji berî her tşitekî divê baş bihêt zanîn ka hestên netewî têne çi wateyê. li Kurdistanê dema mirov xwedî hestên netewî be , divê mirov kurdistanî be, berjewendiyên neteweyê kurd di ser her tişitekî ra bigire li gora vê yekê jî tev bigere. eger tu di bîr û bawerya xwe da li dijî dewletibûna neteweyî bî, û tu di siyaseta xwe da neteweyetiyê qebûl nekî , dê tu çewa xwedî hestên netewî bî?
Gelek ji kurdên beşên din yên Kurdistanê û taybetî ji Başûrê Kurdistanê li gora hindek bûyerên besît tevgera kurd li Bakurê Kurdistanê dinrxînin. taybetî ew kurdên ku li ewropayê mayin gelek bi hestên hisî li Bakurê Kurdistanê dinêrin û rastiya siyasî ku li bakur heye, nabînin.
Raste kurdên bakur pşitevaniya şoreşên li beşên din hatîn kirin kriye. Taybetî şoreşa Îlona pîroz ku di serokatiya nemir Mistefa Barizanî da hatî kirin, bû sedemek bingehîn li hemû beşên Kurdistanê kurd bi kurdbûna xwe hesiyan û pşitgriya vê şoreşê kirin. Ji berku ev yekemîn şoreş bû ku, yektiyek di nava hemû kurdan da di naveroka xwe de peyda kr.
Lê îro tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û rêxistinên bi wê ve girêdayî li Bakurê Kurdistanê serdestin û tevgera wan ne tevgerek kurdistaniye û li dijî hemû cureyê neteweyetiyê ne. Herweha heman tevger şoreşa Îlona pîroz wek şoreşek neteweyî nabîne û nirxandinên wan li dijî hemû naveroka netewî ya şoreşa Îlonê ye.
PKK vekrî dbêje ku, dîroka siyasî ya tevgera kurd bi wan destpêkriye, wek din hemû tişitên din red û înikar dikin.
PKK projeyeka çêkiriye ku hestên netewî têk bibe û evê yekê heta wek îro jî dike. Kar û xebata PKK li bakur, başûr û rojavayê kurdistanê dike eger baş neyê xwendin, mirov dê di şirove û nirxandinên xwe da şaşiyên miezin bike..
PKK li Bakurê Kurdistanê hestên netewî têkbirine û li dijî netewyetiyê kar dike. Heta wek îro ala Kurdistanê ku sembola neteweyê kurd e, ji aliyê PKK ve nayê qebul kirin. ala Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê zihniyeta PKK ve hatiye qedexe kirin. PKK li dijê sembolên netewîye. PKK ala kurdistanê li bakur wek ala Barizaniyan bi nav dikir û dida nasandin.
Raste bi hezaran kurd bi hestên netewî ketine di nava PKK da. lê PKK ew jibuna ku armancên pîrozên neteweyî têk bibe, bikaranîne, herweha tê zanîn ku PKK bi hezaran law û keçên kurd ku bi hestên neteweyî tevlî PKK bûne di nav xwe da kuşitine, tesfiye kirine.
Niha, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, grûpek çêbûye ku ji hindek kesên xwe bi rewşenbîr û siyasetmedar dizanin û çend mamostayên zanikoyê jî di nav dane, her nivîsa li cîyekî li ser PKK bê nivîsîn û PKK rexine bike, ew grup yekser bersvê didin, bervaniyê ji PKK dikin û siyaseta wê diparêzn û li dawyê jî dibêjn bila kes me weke PKK hisab neke. Em van cureyên siyasetmedaran nas dikin. ew kî be îro jî PKKliye lê ji PKKliya xwe şermê dikin. Em dibêjn van cureyên însanan PKKliyên Şermok.
Gelo PKKliyên şermok dizanin ku ,îro tehdîta herî mezin li ser Başûrê Kurdistanê siyaseta PKK û PKK bi xweye? Gelo ji encama şerê PKK li Bakurê Kurdistanê kirî heta wek îro gundek jî azad kiriye? Lê mxabin ji encama siyaseta nezanên weku PKKliyên şermok, PKK li gelek deverên Başûrê Kurdistanê serdest e û nahêle ku hukumeta Kurdistanê bi sedan gundan ava bike.
PKK li dijî Başûrê Kurdistanêye, PKK li dijî dewletibûna Başûrê Kurdistanêye. PKK ji bo vê nawendê têk bibe hemû karekî dike, lê ya tirajedî ewe ku kesên wek grupa PKKliyên şermok bi nezanîn dibin xizimetkarê siyaseta ku hewl dide vê nawendê têk bibe.
Dewleta tirk dewletek dijmin e û beşek yê Kurdistanê dagîr kiriye û ji bo hestên netewwîyi têk bide hemû kar û xebatê dike. Cumhuriyeta Tirkiyê li ser înikar û nehêlana kurdan hatiye avakirin. îdiyolojiya fermî ya dewleta tirk kurdan û Kurdistanê qebûl nake. sembol û bingehê vê îdiyolojiya nijadperest Kemalîzim e.
Lê mixabin Ocalan û gelek berpirsên PKK her demê wesfê Ataturk didin û li wê Cumhuriyeta Ataturk ava kirî xwedî derdkevin. Ka hestên neteweyî?
Bergeh