Belarusiyayê jî xwe gehand Kurdistanê
Di dîdarekê de, Felah Mistefa ji bo serdana şandeya Belarusyayê bo herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan de û hêvî xwast ku ew serdan bibe pêmgavek ji bo avakirina têkeliyên aborî, bazirganî û kulturî û berfirehkirina hevkarî û hevahengiyê bi rêya zanînagehan û odeyên bazirganî di navbera herêma Kurdistanê û Belarusiyayê de.
Berpirsê têkeliyên derve siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê ya di warê pêxistina têkeliyên aborî, bazirganî, siyasî û diolpmasî bi welatên cîhanê re bir êya nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê û bi rêya nûneratiyên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan ra zelal kir.
Bi armanca ku şandeya Belarusyayê şirket û kompaniyên belarusî teşwîq bikin daku li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe bieazînin û beşdariyê di pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê de bikin, Mistefa ji şandeya mêvan ra behsa qanûna sermayerazandinê û ew hêsankariyên hikûmeta herêma Kurdistanê ji şirket û kompaniyan re bo karê berhemanînê dike, behis kir.
Aleksander Borîsîngo cîgirê waliyê Minska paytexta Belarusyayê ew pêketinên di warên cihê de li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê çûbûne biukind nirxandin û ew pêşveçûn vegerandin bo siyaseta hekîmaneya serokatiya herêma Kurdistanê.
Herwesa Borîsîngo piştevaniya xwe ji bo helwestê hikûmeta herêma Kurdistanê yê di warê xertikirin û berfirehkirina têkeliyên aborî, bazirganî, kulturî û zanistî di navbera herêma Kurdistanê û Belarusyayê de nîşan da û got ku di warê qanûn, siyaseta berhemanînaê û desalatên wîlayetan de Belarusiya û Kurdistan di gelek xalan de wekhev in û wî ew yek jî bi xalek erênî wesif kir.