Behsa yekitiya çi dikin?
Li Diyarbekirê derbarê yekitiya neteweyî ya kurdan de panelek bi navê “Kurd Pêvajoyê Nîqaş Dikin” bi rê ve çû.Di panelê de piranî parlementer û siyasetmedarên HDPê amade bibûn û panel di însiyatifa wan de rêve çû.Di panerê de siyasetmedarên girêdayî HDPê, behsa yekitiya Netewî kirin . Herweha hinek kurdên ji derê HDPê jî di panelê de amade bûn û behsa yekitiya netewî kirin û siyaseta girêdayê PKKê bi awayek baş rexne kirin. Perspektifên yekitiya netewî bi zelalî dan xûyakirin.Lê dixweyê cardin siyasetmedar û parlementerên girêdayê HDPê, di gotarên xwe de ne dirustin. Ew ji berî behsa siyaseta yekitiyê bikin , divê siyaseta ku heta niha rêve birîn berbiçavre derbas bikin û bi mêranî xwe rexne bikin. Heta ku ew rastiya xwe nebînin baweri li samimiyeta wan naye û leyiztikên PKKê têxin ser dika şanoyê.Çend pirs hene ku divê ji parlementer û siyasetmedarên HDPê bêne pirsîn.. Hun behsa kongreyek netewî dikin, gelo KNK çîye? Heta KNK hebê nabê hun behsa kongreyek netewî bikin. Ev leyiztike ne dirûstiye.. Kijan partî berjewendiyên xwe ser berjewendiyên netewî re digrin? Navê wan bêjin û siyaseta wan mehkum bikin. Hun dikarin vê yekê bikin?. Gelo kîjan partî şerê partiyên din dikin û wan tohmetbar dikin? Medya PKKê binêrin û destê xwe deynin ser wijdana xwe (Eger hebe) û daxûyaniya bidin.. Hun behsa Kerkûkê dikin. Başe kijan aliyên Kurdî li gel Milisên Şîe û pasdarên Îranê hevkarî kirin û li gel Heşda şeibî peyman îmzekirin? Li devera Şingalê kîjan aliyê siyasî li gel Heşda Şeibî hevkari kir?Heta E.Turk, O.Baydemir yên wek wan siyasetê dikin bersiva van pirsan bi zelalî nedin û dîtinên xwe ji Raya Giştî a Kurdistanê re nedin diyarkirin, ew ne cihê baweriyêne. Her aliyek siyasî li gel wan hevkariyê bike dikeve xefka PKKê û xwe dixapînin. Dê cardin ewê zererê bibînin.Civîna Diyarbekirê manewrayek siyasîye û di bandora PKKê de ye.. Hinek aliyên medya Başûr cardin yên wel E.Turk û O.Baydemir dertêxin pêş û propaganda wan dikin. Ev ek zererê dide pêvajoya serxwebûna Kurdistanê û xeta netewî.Nûçe/Analîz-Rojevakurd