Bê Serok Barzanî li Rojavayê Kurdistanê ti pêşkeftinek bidest nayê
Pispor di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de Mistefa Şefîq ragihand ku, eger ne ji Serok Barzanî ba û rêgirî nekiriba û roleke yekalîker li Rojava nedîtiba , ez di wê baweriyê de me ku kurd niha li wir li şûna ku şerê DAIŞê dikin dê şerê hev kirbana û şerê navxwe dê vêketiba, lewma niha jî bi bê rola Serok Barzanî û PDKê li Rojava, ti pêşkeftinek bi dest nayê.Mistefa Şefîq Pispor di karûbarê Rojavayê Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Rojavayê Kurdistanê niha di qonaxeke hestiyar de derbas dibe, serkeftina gelê kurd li wî beşê Kurdistanê bi yekgitûyê dibe, eger her aliyek ji wan, eger PYDê be yan her aliyekî din li dijî yekîtiyê be, ew alî li dijî serkeftina pirojeya kurdan e, ji ber ku kurd bi bêyekritina aliyên siyasî bi ser nakeve.”Şefîq wiha got: “Her aliyek li Rojaba desthilatdar be, pêwîst e pêwendiya wê bi Herêma Kurdistanê re baş be. Herwiha pêwîst e hemû aliyan ligel xwe beşdar bike, da ku pirsgirêka kurdî li wî beşê Kurdistanê çareser bibe. Mixabin PYDê di wê pirojeyê de bi ser neketiye û xwe wisa diyar dike ku wê serkeftin bi dest ve aniye. PYDê di pirojeya sereke de rastî şikestinê hatiye, ji ber ku eger ti di nav mala xwe de ne yekgirtî be, ew karê tu dikî bêsûd diçe, helbet PYDê ne amade ye ligel ti alî û hêzên siyasî de rêkeftinê bike. Ew di wê baweriyê de ne ku tenê ji mafê wan e ku bibin xwediyê desthilatê.”Mistefa Şefîq wiha domand: “Serok Barzanî ji destpêşa kirîza Sûriyê ve heta niha daxwaza yekîtiyekê ji aliyên Rojava dike û bow ê yekê jî bi kirdarî jî pêngav bo wê yekê avêtiye û berdewam hewl dida ku wan hêzan li dora hev kom bike, lê aliyek bi tekrewiyê rê li pêşiya wê yekdengiyê digire. Eger ne ji Serok Barzanî ba û rêgirî nekiriba û roleke yekalîker li Rojava nedîtiba , ez di wê baweriyê de me ku kurd niha li wir li şûna ku şerê DAIŞê dikin dê şerê hev kirbana û şerê navxwe dê vêketiba, lewma niha jî bi bê rola Serok Barzanî û PDKê li Rojava, ti pêşkeftinek bi dest nayê.”