Bayram Bozyel sedemên lihevnekirinê bi BDPê re zelal dike
Bayram Bozyel serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li dor lihevnekirina wan digel BDP ku bi hev re, bi yel lîste, beşdariyê di hilbijartinên Tirkiyeyê de bikin, bersiva pirsên rojevakurd da.
Rojevakurd: Brêz bayram Bozyel wek em dizanin ji bo hilbijartinan hevdîtin di navbera we
BDP-ê û KADEP-ê de hebûn. Lê we li hev nekir. Hun dikarin sedemên li
hevnekirinê ji bo me diyar bikin?
Bayram Bozyel: Belê wek çend carên din jî me anî ziman, me dixwest ji bo hilbijartinan hevkariyek çêbikin. Em dizanin ku hevkariya hilbijartinan nayê wateya yekitiya neteweyî. Lê gavek usa dikaribu bibe zemînek ji bo yekitiya neteweyî.
Di vê çarçovê da di nabeyna me û hevalên BDP’ê de hevditin çêbûn. Helwesta BDPê ev bu: ‘Em nuha hevkariyê nafikirin. Em dixwazin hevalekî we di lîsteyê xwe da wek namzet nîşan bidin.’
Nerîna me ji bi kurti ev bu:
Divê, çarçova hilbijartinan de hevkariyek çêbibe, prensîpên wî jî werin destnîşan kirin. Hevkariyek usa wê ji bo yekitiya neteweyî jî bibe gavek pozitif.
Ya diduyan, li gor peyama/ruhê hevkariyê hevalên me jî di lîsteyan de werin destnişankirin.
Ya sisiyan, divê li gor hewcedariya hevkariyê em zimanê xwe biguhurînin, li hember hev zimanek erînî bikarbînin.
Mixabin me li hev nekir. Ne di warê peydakirinin-çêkirina peymana hilbijartinê, ne jî di tespitkirina namzetan de…
Xuya bu ku em aliyên kurdan ji bo hevkariyek amade nebu, yan jî wexta me têr nekir. Pişti demek direje ku di nabeyna me da danûstendinek bi dilê me tunebu. Piştî navberek dirêj em hatin ba hev. Dem kin bu, ji bo vê jî em serneketin. Lê ji bo pêşerojê em bi hêvi ne. Piştî hilbijartinê li ser pirsên esasî, daxwazên kurdan muhakak emê werin ba hev
Rojevakurd: Niha li gor agahdariyan BDP-ê û KADEP li hev kiriye dê helwesta we di
hilbijartinan de çi be?
Bayram Bozyel: Wek hun dizanin em wek partî beşdarê hilbijartinan dibin. Di tevî bajarên Tirkiyê de… Em dixwazin daxwazên gelê kurd di qada hilbijartinan de bu gurmeh bilind bikin. Em dizanin ku dengên ku em bistinin û yê hevalên serbixwe bistinên wê li ser navê/hesabê kurdan werên hesibandin. Em dixwazên em û hevalên/namzetên BDP di du qoli de dengê Kurdan zêdebikin.