Polîtîk

Baykal êfade neda komisyona darbeyên leşkerî

 
Deniz Baykal bi xeyd ji salona Komisyona Derbeyên Leşkerî derket û îfade neda.

Çewa ku tê zanîn li Parlemana Tirkiyê komisyonek ji bo lêpirsîna derbeyên leşkerî hatiye avakirin û ev komisyon her carê kesekî xuyanî vedixwîne parlemanê û derheq derbeyên leşkerî yên bihurî de pirs ji wan dipirse.

Komisyona Derbeyan dema Deniz Baykali vexwendiye bi îfadeyan, Baykan bi dilxweşî çûye ba komisyonê. Lê dema ku Baykal dîtiye ku ew di nava pirsan de wê bifetise, hema rabûye qir dane û bi xeyd çûye derva, îfade nedaye Komisyona Derbeyên Leşkerî.

Serokê Komisyonê Nimet Baş gotiye Deniz Baykal: “Destûr bide ku em jî bipeyivin…”  lê Deniz Baykal guh nedaye kesî…

Deniz Baykal kevneserokê partiya Komarî ya Gel e (CHP). Ev partî ji aliyê Ataturk ve hatiye avakirin û bi navê Firqeya Komarî ya Gel (CHF) hatiye avakirin. Piştre navê wê bûye CHP û Deniz Baykal bi salên dirêj serokatiya wê kiriye.

Li Tirkiyê her kes dibêje ku çi derbeyeka leşkerî çêdibe, bi vîn û daxwaza vê partiyê çêbûye.

 

Rojeva Kurd/Enqere

Back to top button