Bayındır û Altun hatin girtin, 13 kes jî serbest hatin berdan
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP’ê yê Amedê Hayrettîn Altun di bergeha lêpirsîna ku Serdozgeriya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dabû destpêkirin de hatin girtin û ji 15 endamên partiyê yên hatin binçavkirin 13 kes jî hatin berdan.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindîr, Hevserokên DBP’ê yên Amedê Seval Gulmez û Hayrettîn Altun, Hevserokên Bajêra Êlihê Burhan Eğlenti û Rûkiyete Onat Gonül, Hevserokên Rihayê Rabîa Aslan û Hidayet di 3’yê Kanûnê de hatibûn binçavkirin. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin de, hevserokên parêzgeha Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Arslan, hevserokê parêzgeha Şirnexê Zekî Îrmez, hevserokên parêzgeha Mêrdînê Şerafettîn Aslan û navçeya Riha Amedê hatin binçavkirin. Melîk Ozmûş, hevserokên parêzgeha Wanê Şengul Polat û Harun Okay danê nîvro sewqî edliyeyê hatin kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku hat destpêkirin de prosedurên 15 gumanbarên ku di 23ê Kanûnê de hatibûn binçavkirin temam bûn.
Ji gumanbarên ku sewqî edliyeyê hatin kirin Hevserokê Giştî yê DBPê Bayindir û yek ji rêveberên DBPê Altun ji teref hakimê nobedar ve bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” hatin girtin û 13 gumanbar jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.
Di lêgerînên ku hêzên ewlehiyê li mal, kargeh û avahiyên partiyê yên gumanbaran kirin de, ji bo lêkolînê hin delîl hatin bidestxistin.