Polîtîk

Bayik: Hêzên dijitiya Îranê dikin paşdemayîne

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ew fişar û gemaroyên ser Îranê baş nabîne. Lewre ew guşar dibin sedema bihêzbûna Tirkiyê. Herwiha ew hêzên dixwazin Îranê jinav bibin jî hêzên paşdemayî ne.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ji kovara almanî ya (Lower Class) ra axiviye û aşkere kiriye  ku rast e Îran dijî kurdan e lê armanca wan a sereke dijberiya AKPê ye. Bayik wiha dibêje: “Ligor me durist nîne guşar bikevin ser Îranê. Di demeke wisa de hikûmeta faîşt a AKPê bihêz dibe. Ew hêzên dijberiya Îranê dikin hêzên paşdemayî ne.Dixwazin Rojhilata Navîn bi paşde bimîne û Îran naruxe.”

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik diyar kiriye, ew dê beşdarî koalîsyoneke dijberî Îranê nebin û wê aramanca wan a sereke têkbirina rêveberiya heyî ya AKP-MHPê be.

Beriya bi demekê jî Hevserokê KCKê Cemîl Bayik aşkere kiribû Amerîka dixwaze bereyekê dijî Îranê pêk bîne lê ew weke PKK naxwazin beşdarî wê bereyê bibin û ew di wê baweriyê de ne divê kurd ne li dijî Îranê bin.

 

Back to top button